çiqas ken û maçên te hebûn min zû zû civandin ji bajêr nebêje çima
çavê min bar nebû ku ji wan re bihêlim lê dîsa jî
min hinek dil kir sedeqa serê evîna xwe û te û min li bajêr belav kir tu zanî pê bê çi bû?
bajar dîn bû û bi çolê ket
çû û çû....
Ez rêwî me
Pişta min li rojê, berê min li te
Ne dêr, ne jî mizgeft
Xwezî ez dergevanê dilê te bûma
Û min tu bikiriya qibla eşqa xwe
Destên xwe li ser ruyê te bigeranda
Û min ê dilê xwe ji te re bikira qurban…