Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Pîrhevok The Kurd ❂

Pîrhevok The Kurd ❂
@pirhevokk
Heta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf Di dunyayê tu nabî ne meşhûr û ne me'rûf
Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî
ℙî𝕣𝕙𝕖𝕧𝕠𝕜 𝔸𝕔𝕒𝕕𝕖𝕞𝕪 ________________________________
Mewlûd di tesewifa Îslamê de cihekî girîng digire. Koka vê peyvê ji zimanê Erebî tê. Li gorî kok û bêjeyê bi wateya welîdinê tê binavkirin. Mijara mewlûdan bi giştî jidayikbûna pêxember, heta mirina pêxember bûyer û qewimînên çêbûyî û mucîzeyên ku di vê navberê de pêkhatî ne. Hem di edebiyata Kurmancî hem jî di edebiyata Zazakî de ji ber baweriya ola Îslamê cihêkî taybet digire. Di Kurmancî de mewlûdên herî girîng yên Melayê Bateyî, Mela Eliyê Baqustanî û Seydayê Tîrêj in. Ji bilî wan Mewlûdnameya Şêx Hisê Qazî ya bi Soranî û Mewlûdnameya Mela Ebdilla Bilberî ya bi Hewramî mewlûdên herî naskirî ne.
Reklam
koleksiyona 16`em, li avdestxanê, berî orgazmê ev çirûsk, ji teyisîna perçeyên neynikeke şikesfî ya tuwaletê hatiye berhevkirin di tahma erotîzmê û di bêhna mîzê de ye deverek tuwaletek girtî
koleksiyona 15`em, li xwînxanê, eynter ev çirûsk, ji biriqandinên qirîstalên qeşê hatiye berhevkirin di tahma biraştina goştê însanên mirî û di bêhna berateyên peykerên qefilî de ye qesrek ji qeşê heykelên devê deriyên wê diricifin ji sermê tiliyên min diweşin rengê xwînê sebx vedaye li mermerên binê wê ji jêrzemîna wê qîrîna mebredkirina kêran

Okur Takip Önerileri

Tümünü Gör
koleksiyona 14`em, li hêviya tofanan an jî li mahşerê, çele ev çirûsk, ji vedana birûskên krizên velîstinên te hatiye berhevkirin di tahma bêhnê û di bêhna tahmê de ye tu jî zanî bê destê min ne li bejna genimekî;
koleksiyona I3`em, li stêrkekê, nîvêşevê ev çirûsk, ji çirûskên stêrkên çavên te hatiye berhevkirin di tahma însanên dizanin biêşin û di bêhna felekê de ye tirs-tarî-tenêtî- ferîşteya firtoneyan mhê min bi firê xist hezkirina stêrkan bask bi min da zîldayin
Reklam
koieksiyona 12`em, li binê bîrê, şev ev çirûsk, bi şev ji xelekeke govenda şewqên li ser ava bîrê direqisîn hatiye berhevkirîn di tahma xwedê û di bêhna hibrê de ye di binê bîreke birîndar û bêbinî de tu kes nikare bi qasî te xweşik bigirî
koleksiyona 10`em, li otogarê, qiyala nîvro ev çirûsk, ji şolîbûna dilopeke xwêdana kaotîk a zilamekî bajar lê herimî hatiye berhevkirin di tahma vegera malê û di bêhna lingên werimî yên rêwiyekî de ye cih ji te re nehiştibûn, li rawestgehên şeliqî yên li qiraxên avan piyên te derketin parsa riyan çirûskên te ew rêwiyên bender qesasên
koleksiyona 1`em, li ber şibakê, destê sibê ev çirûsk, ji flaşa birûskekê ya zarokanli ber wê fotografên xwe dikişandin hatiye berhevkirin di tahma berfdimskê û di bêhna nanê sêlê yê zivistanî tê lêxistin de ye tu nuh ji xew radibûyî û tu weke ku derek te birîn bûbe û tu tavilê bi meraq li wê birînê binêrî; tu li berfê diniherî tu jî weke
'Ji bo cotkarê ku hovan ew li Efrînê li ser trextora wî kuşt' ev trextor qeresiya te bû bi te re direqisî şîv û şev û şûv... tu û ew û rêyên efrînê... hew dibû lo! balo dilê mirov dikeve hesinan jî
li ser navê aştiyê, Bîra min bi berateyên birayên min dihate hedimandin navê min ji serçavê min bi biviran dihate xerritandin (diêşiya, pirr diêşiya…) (xwîn bû; ji ber gava ku min dest didayê wek virçoqiyê rohn bû) ji bo ku ser jê bikirina li salvegera tunekirina min wan dermale kiribûn dil û gurçikên min ez sunnet kiribûm ji zimanê min mmmmmmmmmmmmmmmmm… çawa tê gotin ez baş nizanimmm… ez di desthilatdariyê nimmmmm…!
Reklam
Mala te ava, riyê te sipî Ku tu mirî û çûy Bihneke xweş vedan mal û zarû Di pey te de Bi xwe ve hatin zû. Hîç xewta te bila Ne li ser wan be
Hevdû nedinasîn rûbirû Bêî ku neyartiyek şexsî jî hebe Yên we û yên me di neqebek de Bi serî li hevdû qelibîn. Heyf herdû alî jî terr û ciwan Jiyanek dûrûdrêj ber bi pêşeroj Li ber wan hebû
Pergala me peşkilî em pergende man Hin rûreş, hin dilkul, hin şermende man Ji wê bobelatê yên nexesirîn Qeşmer û teredîn û gewende man.
Li kumê xwe xebitîn berxweketî Da ku liserê xwe bigirin Di tozûtelazê de nexuya man Serî ji wan stendin yên bêfedî..
1.778 öğeden 16 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.