Bachtyar Ali Muhammed (Kürtçe: Bextyar Elî, Bakhtiyar Ali veya Bakhtyar Ali) 1960'da Irak Kürdistanı Slemani şehrinde dünyaya geldi. Kürt romancı ve entelektüel, üretken eleştirmen. Ali, şair ve denemeci olarak başladı ancak kendini 1990'ların ortalarından itibaren etkili bir romancı olarak kurdu. Altı roman ve birkaç şiir ve deneme koleksiyonu yayınladı.
Wexta ku bi mirina çûkekê êşayî
Hingê tu rêzê ji gel re jî digrî...
***
Bir kuşun ölümüne acı duyduğun zaman
O zaman halka da saygı duyuyorsun...
- Bahtiyar Ali
"Ji her tiştî girîngtir dilê min ji şûşê ye, ji şûşeyeke pir nazik. Dilşikandina herî piçûk min dikuje. Ez miroveki ji şûşê me. Eger ez bişikim hûr dibim, gava ez hûr jî dibim parçeyan li pey xwe dihêlim. Gava ez parçeyan jî li pey xwe bihêlim, ez dibim miriyekî xirab.Eger ez bimirim, bi awayekî hûr hûr dibim ku kes nikare fêm bike parçeyên min ên hûr û tenik û mîna xweliyê jiyana wî têk dane. Lewra dilê min neşikînin."
Demeke dirêj çû
heta ez fêr bûm
bendewariyê nekim
ax çi hunereke dijwar e
tu xwe fêr bikî bendewariyê nekî
Xwedêyo
mirov çi ruhberekî lawaz e
li pêşîya fitneya wê mizgîniya
ku qet nayê
û divê tu heta qiyametê
bendewarîya wê bikî
ez îşev ji we re dibêjim
ku mirov ruhberek e ku bê bendewarî
ne tu tişt û hîç û pûç e,
însan bê bendewarî hildiweşe
bê bendewarî ji bo heta hetayê bidawî te.
Reştirîn Şi’ra Dinyayê
Min pencereyek heye li ser dîwarekî nihênî. Li pişt dîwarî hewşeke reş heye, tê de hindek bilbil di qefesa reş de stranan dibêjin. Ez jiyana xwe bêhtir li ber wê pencereya nihênî dibim serî, pencereyeke ku dikarim bi xwe re bigerînim, her bîska ku hemû tişt tarî dibin, ez wê pencereyê vedikim û guh didim bilbilê reş, ku straneke reş bo min dibêje.
Min pencereyek heye li ser dîwarekî reş, li pişt wî esmanekî reş heye, tê de hindek firîşteyên reş hene, mehfûrên reş didirûn, kefenên reş çê dikin… Jiyana min bêhtir bi temaşekirina wan firîşteyan diçe serî, ku kenê reş bi min didin, silava reş li min dikin.
Ez wê pencereya reş bi xwe re digerînim. Gava ku hûn hemû dikevin xewê, ez wê pencereyê vedikim, stêrkên reş bêhn dikim, tenê ez heyva reş dibînim, xwarinên reş dixwim ku ji rêbiwarekî bêhêvî bicih mane, kitêbên reş dixwînim ku destên reş dixwazin, mizgeftên reş ku bangên reş ji nav diçin, fêkiyên reş ku piştî rojiyên reş tên xwarin.
Min pencereyek heye li ser dîwarekî nihênî. Di wî dîwarî de bajarekî reş heye, di wî bajarî de kolaneke reş heye, di wê kolanê de êvarî bi hezaran keçên xemgîn nameyên reş dinivîsin. Ez her şev diçim wan nameyan dixwînim. Ku seranser vediguherim çirûskên reş, biharên reş, lalezarên reş.
Min pencereyek heye li ser dîwarekî reş ku tenê ez dibînim. Dîwar di jûreke reş de ye, tenê di roja reş de tê dîtin, tenê di wextê reş de tê vekirin, tenê kesek tê re diçe ku wekî min hemû nêrînên ji yekem rojê heta qiyametê, tije bibin ji nîgarên reş.
Wekî ez di her lêkolîna xwe de behsa nivîskarê pirtûkê dikim ez ê di vê lêkolînê de jî behs bikim. Lê bi awayekî din; min lêkolîn li ser pirtûka Bextiyar Elî ku bi navê "Hinara Dawîya Dinyayê" kiribû lê bi giştî jî min ne li ser pirtûkê kiribû min li ser jîyana Bextîyar Elî kiribû. Îcar ez divêm di vê lêkolînê de jî ne hewceye ez dîsa
Ev pirtûk çîroka herî dirêj bû ku ji zarokatiya xwe ve ez lê guhdarî dikim(dixwînim). Berî ku nêrînên xwe û çend gotinan di derbarê vê pirtûkê de binivîsim dixwazim pêşî hestên xwe bînim ziman. Herwiha dema min dest bi pirtûkê kir û ez hêdî hêdî pê ve çûm min xwe weke lehengê qirase Mîrze Mihemed hizir kir. Ez jî weke wî terayî bîrekê bûm ku heft
Ev yekem pirtûka Bextiyar Elî bû ku min xwend. Min pirtûk gelek eciband û daxwaza xwendina pirtûkên din ên nivîskar li min peyda bû. Ez bi dilxweşî dikarim bibêjim ku min romakene gelek serkeftî xwend. Ya rast, dema ku min hinek nivîs li ser nivîskar dixwendin ku navê wî wekî ku "hêjayê Xelata Nobelê ye" derbas dibû, min bi gumaneke mezin meraq dikir gelo romana Bextiyar Eli bi rastî jî di wê astê de serkeftî ye yan na. Piştî xwendina vê pirtûkê ez bi hêsanî dikarim bibêjim Romana Bextiyar Elî di asta cîhanê de ye û ew bê guman hêjayê xelata nobelê ye. Hêvîdar im rojekê wê bigihêje her xelat û serkeftinan ku hunera wi ya bilind hejayê wan e.
Ez naxwazim di derbarê naveroka romanê de tiştekî bibêjim. Lê nivîskar bi şêweya realîzma efsûnî dinivîsîne. Her ku dîroka siyasî û civakî ya başûrê Kurdistanê di plana paş de diherike di plana pêş de jî bûyerên efsûnî diqewimin. Mirov di nav herikîna çirokê de xwe wenda dike.