Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Eta Nehayi

Eta NehayiHelale yazarı
Yazar
7.9/10
9 Kişi
28
Okunma
6
Beğeni
747
Görüntülenme

Hakkında

Tam adı:
Eta Nehayî
Unvan:
Yazar

Okurlar

6 okur beğendi.
28 okur okudu.
2 okur okuyor.
5 okur okuyacak.
1 okur yarım bıraktı.
Reklam

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
"Ez dixwazim niha di hembêza diya xwe de bûma. Wek zarokeke sava, wek pitikekê ku tenê hembêza diya xwe nas dike û tenê di hembêza diya xwe de bi rehetiyê dike."
"Di dîrokê de hinek keç hene ku ji hezar mêrî bêtir li ser rêya azadî û rizgariya gel û welatê xwe şer kirine."
Reklam
"Xwezî min bikaribûya hezar salî wiha li te binêrim û guhdariya dengê te bikim"
Mêrê rojhilatî ti carî nikare çîroka dildariya jina xwe qebûl bike, tew heke ew çîrok di raboriyê de jî qewimîbe û qehremanê wê jî kesek ku di raboriyê de miribe.
Henüz kayıt yok

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
Reklam
184 syf.
8/10 puan verdi
Çênd şîroveyên Roşan Lezgîn li ser Gûlên Şoran
Roşan Lezgîn "Gulên Şoran" navê romaneka Eta Nehayî ye ku ji alîyê Besam Mistefa ve ji kurdîya soranî bo kurdîya kurmancî hatiye wergerandin û Weşanxaneya Avestayê weşandiye (Îstanbul 2012). Eta Nehayî nivîskarekî naskirî yê rojhelatê Kurdistanê ye. Di sala 1960î de li Bane hatiye dinyayê. Piştî temamkirina xwendina xwe, sê sal
Gulên Şoran
Gulên ŞoranEta Nehayi · Avesta Yayınları · 06 okunma
184 syf.
·
Puan vermedi
Roman bi hevoka "Nuxuriyê Wisû Axa, Las; piştî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vegeriya." destpêdike. Serlehengê romanê Las, panzdeh salan piştî windabûna xwe vedigere tê mala xwe. Pêşiya çûyînê bi dotmama xwe Xanzadê re zewicîye, kurekî wan ê bi navê Yadgar çêbûye.Lê Las dide pey daw û doza xwe , dide pey ideolojiya xwe û diçe. Gava artêşa rûsan bajêr vala dike û artêşa Şahî dîsa tê bajar dagîr dike, Las jî mîna gelek kesan winda dibe. Devî devî çar salan tu xeberek jê dernayê, wer dizanin (xêncî dayê Gulê) êdî Las miriye, jina wî Xanzad û birayê wî Ferxe dizewicin. Çiroka romanê bi vî halî ye roman bi awayeke meraqdar xwe dide xwendinê . Nivîskar wusa behsa lehengan dike ku mirov nikare tu lehengekî jî suckar bike. Gava tu hewl didî yekî tawanbar bibînî nivîskar demildest besha sedemên wan dike û te disekinîne . Ne dayê Gulê , ne Wisû axa , ne Las ne Xanzad û ne jî Ferxe suckar dikim bi ya min çiroka hemûyan lihevaliyayî bû . Romaneke zehf xweş bû çîrok û honandina çîrokê gelekî bandor li ser min hîşt , ez bi lehengan berxwe ketim û ni wan re şa bûm (zêde şabûn tunnebe jî ) . Tekane tiştê xweşa min neçû wergera vê romanê bû. Ji soranî wergerandine kurmancî lê xwendina wî zehmet bû û gelek biwêj û peyv û hevok li min biyanî dihatin. Dîsa jî pirtûk bû gula pirtûkxana min .
Gulên Şoran
Gulên ŞoranEta Nehayi · Avesta Yayınları · 06 okunma