Roman bi hevoka "Nuxuriyê Wisû Axa, Las; piştî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vegeriya." destpêdike.
Serlehengê romanê Las, panzdeh salan piştî windabûna xwe vedigere tê mala xwe.
Pêşiya çûyînê bi dotmama xwe Xanzadê re zewicîye, kurekî wan ê bi navê Yadgar çêbûye.Lê Las dide pey daw û doza xwe , dide pey ideolojiya xwe û diçe. Gava artêşa rûsan bajêr vala dike û artêşa Şahî dîsa tê bajar dagîr dike, Las jî mîna gelek kesan winda dibe. Devî devî çar salan tu xeberek jê dernayê, wer dizanin (xêncî dayê Gulê) êdî Las miriye, jina wî Xanzad û birayê wî Ferxe dizewicin.
Çiroka romanê bi vî halî ye roman bi awayeke meraqdar xwe dide xwendinê . Nivîskar wusa behsa lehengan dike ku mirov nikare tu lehengekî jî suckar bike. Gava tu hewl didî yekî tawanbar bibînî nivîskar demildest besha sedemên wan dike û te disekinîne . Ne dayê Gulê , ne Wisû axa , ne Las ne Xanzad û ne jî Ferxe suckar dikim bi ya min çiroka hemûyan lihevaliyayî bû .
Romaneke zehf xweş bû çîrok û honandina çîrokê gelekî bandor li ser min hîşt , ez bi lehengan berxwe ketim û ni wan re şa bûm (zêde şabûn tunnebe jî ) .
Tekane tiştê xweşa min neçû wergera vê romanê bû.
Ji soranî wergerandine kurmancî lê xwendina wî zehmet bû û gelek biwêj û peyv û hevok li min biyanî dihatin. Dîsa jî pirtûk bû gula pirtûkxana min .