çiqas ken û maçên te hebûn
min zû zû civandin ji bajêr
nebêje çima
çavê min bar nebû ku ji wan re bihêlin
lê disa jì min hinek dil
kir sedeqa serê evina xwe û te
û min li bajêr belav kir
tu zani pê bê çi bû?
bajar dîn bû û bi çolê ket
çũ û çũ....
kê xaçerêkek dit
ji xwe re tê de herikî
kê civikeki koçber,
bê siwari dit
pengizî
û li ser piştê bû siwarî
min tenê kir cir
min tenê bi van erdan re mehra fileyan birrî