Telo rûnişt û li ciyekî dûr dineri. Li jor dinerî.
Rojekê ezê...
Hilkişim ser serê çiyayekî bilind li vî welatê ku her tişt le mezin e ji pêvî mirov. Koleti mezin e. Mirin mezin e. Bênamûsi, xiyanet, tirs mezin e. Ezê herim jora wî çiyayê bilind û ezê ji Xwedê re bêjim ma qey tê me heta hetayê ji bîr bikî?! Û ezê xwe ser serî bavêjim ser vê axa bêhest. Ezê wek qantireki ser jekiri xwe di xwîna xwe de bigevizînim heta hiş û dilê min pûç bibin.