Îro mirin ji kuştinê fedî kir, îro roj ji hatina şevê şerm kir,
Îro Şehîd ket qîza kulîlkan, îro koça xwe ya dawî de keça azadî, îro li cem me bar kir stêrka çiyayan...
Ey Pakrewana nemir, te ez didim jiyandin...
Niha li binê bircên Amedê de rûniştime û xwezaya newala Dîcleyê dimêzim Delîla.
Dixwazim hinek bi te re biaxivim lê bila kes nebihîse ha, tu kes nekeve nava me.Ez, Tu û ramanên me, bila ji xeynî me tu kes û tu tişt navbenda me de cih negire Delîla.
Ax Delîla bi dengê xwe te ez afirandim ji nû ve,
Van awiran yê min nîn e, van kenan, van xeman
Ez ne penaber bûm ji xwebûna xwe re, te ez biyanî kirim ji giyan û canê xwe re.
Ez ne pesndar im Delîla, lê hêza min nîne hestên dilê xwe veşêrim, ez dîliya hestên xwe me, jixwe li ser çiyayê Lêlikan de kînga rojê temaşe dikir te nedigot "Hemû kes bi qasî hestên xwe dijî"
Delîla, ez ê ji te re behna nêrgîzan berhev bikim, ji bo te sosinan biçînim her çar aliyê Kurdistanê û hevalên beybûnan bim li axa dilê te de
Dizanim tu kulîlk qasê kenên te xweşik nîn e, lê ez ê dîsa jî biçînim heya axa niştiman wekî te bikene.
Delîlaya min;
Bû çardeh sale tu ji min dûr ketiyî, dizanim bêrîkirin maneya hezkirinê zêde dike, dizanim bêrîkirin jana êşan şêrîn dike lê nizanim êdî bê te ez ê çawa bijîm, jiyan ji yên çûyîn zêde ji yên mayîn re dijwar e,
Erê termên me hê neçilmisiye lê rihê me di rêya bendewariyê de zûda miriye,
Bi rastî ez zûda mirime lê ditirsim, ditirsim Delîla, li hemberê sarbûna binaxê ve wek pêta agirên newrozê diqefilim, tu kes min hembez nake, tu kes min nahevîne.
Delîlaya min ger rojek min binax bikin, tu dikarî min dilê xwe de veşêrî, bila gora min dilê te de cih bigire, nizanim cihêkî din razêm û ditirsim bêkesbûna min ji min vebiqete, dilê te welata bêkesbûna ye, min jî bigire dilê xwe.
Delîlaya min, ger ez