Bê serî

Rexneyeke Derengmayî
10/10
·176 syf.··
Beğendi
·
2025 39. kitabı
·
23 günde okudu
·
Okunma: 09 Mayıs 2025 00:29
"Ewên bûn rêberên me Çi anîne serê me" - Cegerxwîn Edebiyata miletên bindest her tim aliyekî xwe yê kulek heye. Berhemên ku ji nava vê edebiyatê dertên jî herwiha pala xwe didin vê kulekiyê û exleb bi du teşeyan derdikevin pêş: helwesta dijkolonyal û nakokiyên navxweyî. Di edebiyata kurdî de teşeya ewil bi awayekî şênber xuya dike, ango berhemên kurdî yên ku xwedî helwesteke dijkolonyal in, em dikarin bibêjin gelek in. Lê ji bo ya duyemîn zêde mînak tune ne. Yanî nivîskarên kurd di berhemên xwe de, ji xeynî mijarên bi bindestiyê ra eleqedar, cih nedane meseleyên xwe yên navxweyî, berê xwe baş nedane civaka xwe, kêmasî, nakokî û astengiyên di nava xwe da baş tehlîl nekirine, tewr gelek caran, çavên xwe ji wan ra girtine. Ji ber hindê ye belkî rewşenbîrî di nava kurdan da zêde pêş neketiye, lewra rewşenbîr ew kes in ku ji sekna xwe tavîz nadin, bi aliyekî xwe ve li civaka xwe nanêrin, wêrek in û fikr û gotinên wan li gorî "hin aliyan" teşe nagirin. Ev pirtûka li ber destê me jî hem xwediyê sekneke dijkolonyal e, hem jî xwerexneyek (self-criticism) e di eslê xwe de ku heta niha kêm mînakên wiha çêbûne. Rêzebûyer, li dor serlehengê bi navê Ferzend û gera wî ya li Amedê diqewime. Ferzend, bi eslê xwe ji Amûdê ye, lê ji ber sedemên polîtîk, wekî gelek kurdan, ew jî di temenekî ciwan de terka welatê xwe dike, wek penaber berê xwe dide Ewropayê. Li wir bi hezkiriya xwe Berfîn Xanimê re dizewice. Zarokeke wan çêdibe bi navê Dara. Piştî çend salan zaroka wan ji ber nexweşiyê dimire. Li ser mirina kurê wan ra zêde wext derbas nabe hevjîna lehengê me Berfîn jî xwe dikuje û Ferzendê bê welat, vêca bê malbat, bê kes û kûs dimîne. Êdî penaberî hew kêrî wî tê, dixwaze beriya mirina xwe carek be jî biçe welatê xwe û ji dûrî ve (ji ber ku qedexe ye nikare biçe)
Heftiyeke Direj li AmedeFawaz Hussain · Avesta Yayınları · 20156 okunma
Ne Kadar Kitap Kurdusun?
0-30p: Kontrollü okuyucu 📖 40-70p: Hafif bağımlı 👀 80p+: Geçmiş olsun, kitaplar seni ele geçirmiş 😅
Nalîna Dil û Nivîsîna Bilez
Puan vermedi
Helbestkara berhemê Leylana Sidîq li ser mijara Xwendina Bilez lêkolîn kirîye û berhemek bi wî navî jî nivîsîye; belkî ji bo wê ye berhem bi Nivîsîna Bilez hatîye amadekirin. Hin teybetmendîyên berhemê: 1- Li nav helbestan peyvên sereke cînavk in; Ez û min (min hê bêtir in.) tu, ew, em… Mînak: Li helbesta ewil/Nalîna Dil, 7 ez û 12 Min hene. 2- Li helbestan lêker li pêş in loma her riste ji du-sê hevokan pêk tên. (carinan çar) Mînak: Li helbesta ewil/Nalîna Dil 21 cûre lêker hatine bikaranîn. 3-Li helbestan ravek û rengdêr zaf kêm in. Ev mijar balkêş e. Mînak: Li helbestên Fatma Savcî navên xwerû nînin, miheqeq rengekî dide wan û wan dike rengdêr an jî rave dike. Li vê berhemê jî nav bi gelemperî xwerû ne. Mînak: Li helbesta ewil/Nalîna Dil, bi tenê rengdêrek heye: “lingên tazî” li helbesta duyan/sêyan rengdêrek jî nîne. 4- Li helbestan gelek xalbendî hene. Loma helbest zêde-zêde hevokî ne. Li helbestên vê demê, hevok zaf kêm in, hoker zêdetir in (fiilimsi) Mînak: “Tu ji min re ne kek bû. wek kevokekî azad bû. Kê baskên te şikandin. Tilîyên wan xwar bibin.”-13 5-Helbestkar zimanekî xwerû bi kar anîye, xemilandin, şemilandin û kemilandin nekirine, kêm caran zor daye peyvan. Mînak: “Dengên çivîkan wek hev e” -14 “Destmala xwe li dar bixin”- 38 “Ewrên spî ne em, Bi guliyên xwe ve daliqandî ne. Ewrên reş in em, Bi ava zê ve zeliqandî ne.”15
Kurdî
Nalîna DilLeylana Sıdîq · Red Yayınları · 20231 okunma