.Welat got; "Mecîde tu dixwazî çend zarokan bînî?" Mecide; "şerm e, tu çawa tiştên wisa dibêjî zarokên çi em hê zarok in." "Welat got;Ez dixwazim çar zarokên me çêbin du keç du kur." "Çima çar?"
"Lewre bila kurekî me mîna İbo begê yek mîna kirîvê Evdo begê be, tu zanî Evdo beg zilamek hêja ye te dît ji bo destebirakê xwe çi kir. Bila du heb jî keç bin. Bila rindbûna xwe li te herin. Yek bi aqilê xwe diya min a din jî bila li dayîka Fadîme here."