Ekin Eylül

Ekin Eylül
@Bi_deli
Ez kurmanc im qurban heyran ez qe tirkî nizanim
“Ez kurmanc im qurban heyran ez qe tirkî nizanim Berê vir de be birîn im, dilê min girtiye sizî Ez kurmanc im qurban heyran ez qe tirkî nizanim ----- Bi min dikenin tirk û çete sankî ez ne însan im Tubêçi hatime dunyê je canê xwe osang im Dîn nebûme çi be çi ye her halekî dizanim Ez kurmanc im qurban heyran ez qe tirkî nizanim ----- Li axa axan gir bûm mekteba min tunebû Ez şivan bûm le zozanan hevalê min pez hebû Negerim le tu welatan zimanê min ev hebû Ez kurmanc im qurban heyran ez qe tirkî nizanim ----- Ya Heso ye ya Huso ye ya Memo ye navê min Ya Elo ye ya Heydo ye ya Misto ye bavê min Ez dixwazim rizgariyê belkî çavê min nabînin Ez kurmanc im qurban heyran ez qe tirkî nizanim”
Kurdî