Aram

Aram
@Brzzzz
24 okur puanı
Temmuz 2017 tarihinde katıldı
Ne sûcê te ye ew mîratê kewan li me nehatin...
Reklam
Ger hezkirin êşek be, ger hezkirin xezebek be, ger hezkirin mirinek be, ez bi qişan qayil im, ez ê her tim ji te hez bikim. Bi xatirê te...!
Dunya li hêlekê, tu li hêlekê Rojarya...
Roj bihurin. Demsal, sal... Çend caran kulîlk vekir darbehîvê... Heyvê xwe çend caran nû kir, nayê jimartin mahrûmê. Tu nehatî!
Tu bi tina xûnavstêrkan hatî, bi pêlên bagera gulan. Te bi tîna dilê xwe germ kir bedena min a qerisî, di şevên teng û tarî. Di rojên sar û di seqem de, min xwe avêt hembêza çavên te yên reş.li kîjan gulên binihêrim tu vedibî jinişkave, navê te tê nivîsîn li rêza ewil a her rûpelê da dawî nebe ev xewna xwînşîrîn da neçilmise ev eşqegula di payiza emr de vebûyî. Min xwe avêt tor û bextê yezdanê dilovan, tu bûy pêta pizotek agir daviyê û te hilweşand hemû kelehên ruhê minê zarokwarî...
Reklam