Sultan Evdilhemîd li her derî weha digot; "Kurd û Bedirxanpaşazade birayên me yên Misilman in. Em yên hev in..."
Jiber vê yekê jî, îro rojeke tarîxî bû. Îro Sultan Evdilhemîd bi vê merasîm û nişandanê, hem şexsî, qedrê Emîn Beg digirt û dilê Bedirxaniyan xweş dikir hem jî nîşanî herkesî dida ku Kurd û Bedirxanî dostên wî ne. Lê di eynî wextê de, wî rê li 'ecizî û serhildanên navdar ên Bedirxaniyan digirt.
Celadet, Yadê. Navê nevîyê te dê Celadet be. Yanê xurtî û bawerî. Yanê li hember mezinahî û serdestiyê xwe ragirtin... Ji mêj ve bû ku min navê wî danîbû. Ew li welatê xerîbiyê hatiye dinê, lê nevîyê Mîr Bedirxan wê bibe tîmsala xurtî û baweriya bapîrê xwe, Tu bi vê bawer be, Yadê. (Emîn Beg dayika xwe Rûşen Xanimê re dibêje.)
Feylesofan weha gotiye;rû, ruh û giyanê bedenê ye. Tiştê ku meriv li ser rû dibîne, haletê ruhiya bedenê ye. Rû, nîşana fikir, hizr, pejn, hîs, gumanên dil û meji ye. Tu dikarî wan hemûyan li ser rûyekî bibînî û bixwînî. Ma me Kurdan jî weha negotiye; li rû binihêre, merivê xwe binase