Ger dîsa wegerim,
Ez û sibeyan,
Wek berxikekî nûbûyî,
Li mêrgeke têrav
Xwe bigevizînim û gîyaye tehl bicûm,
Lingên xwe bi xunavê şil bikim
Ta ku biwestim.
Ger dîsa wegerim,
Ez e wek sivorîyan
Bi dârgûzên bilind ve hilkevim,
Ez ê wek telpekî ewr ê nizim
Di ser zevîyan re bilezim,
Wek bîşengan,
Bi ser çeman
Bi ser zinaran,
Kinaran de bitewim.
Ax! Tenê ger dîsa wegerim!