Li ser rûpelê lênûskek sar, pênûs xerîb mabû.
Ji wê berbangê
berf dibare
tuxîbê hemû walatên dûr winda dibû. Wekî kerîyek pezkovî
kendalekî bêserûbinî neçar mam hinek rojên bê nasname. Belê bêdengî carna kurte rêyek zîz carna zengara quflek carna sekna mirinê.
Û kî zane!