15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Ev roj li hemû dildar û evîndarên zimanê kurdî, li hemû kurdîperweran pîroz be. Ev ziman ji dê û bav û ji dapîr û bapîrên me, ji me ra diyarî maye. Wan bi hezaran salan ev ziman di dil û hinavên xwe da xweyî kiriye, li ser zar û zimanan, li ser xetan wekî destnivîs heta roja îro anîye. Ev ziman beyta Feqî ye, hubra Xanî ye, xezel û helbesta Melayê Cizîrî, dîrok û helbesta Mestûre Kurdistanî, deng û awaza Hesen Zîrek, Meyremxan, Mihemed Şêxo, Rêncber Ezîz û Mihemed Arifê Cizrawî ye. Xanî “ Safî şemirand, vexwarî kurdî manendê durrê lîsanê kurdî”, bi vî zimanî dubeytîyên xwe ristin Baba Tahirê Hemedanî, bi vî zimanî hest û ramanên xwe deribirîn Pîremêrd, Gîw Mukrîyanî, Qedrîcan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Melayê Xasê, Ebdûla Goran, Qanatê Kurdo, Mîr Celadet Bedirxanî. Zimanê me stêrka geş a li esmanê welatê me ye, heke ew stêrk bixurice, namîne tu nav û nîşan ji hebûnê. Lewma jî roj roja parastina zimanî ye. Bila hevgirtina me li ser çand û zimanê kurdî, têkoşîna me ji bo parastin û geşkirina wan be. Em di van rojên teng da bi rê û rêbazên cur bi cur cejna hev pîroz bikin û hişmendî û hişyarîya çand û zimanî di nav gel de xurt bikin. Pîroz û bimbarek be Cejna Zimanê Kurdî. Giyanê pak ên ku ji bo parastin û pêşvebirina vî zimanî ked dane, her şad û bextewar be.
youtu.be/Zn2UdyhVqdE