Tu rastiyê bixwazî dilê min bi halê me dişewite, Masî.
Evîna welêt, ya azadiyê, ya jinê yan ya mêr hemû li nava hev ketine.
Em bedelên hemûyan didin û yekê ji wan jî bi dest naxin.
Xewna Xwedê
Gava Xwedê milet welat li hev par kirin, kurd ji bîr kirin.
Dawiya seveke zivistanê, Xwedê kurd di xewê de dîtin.
Ji xewê veciniqî û rabû giya çêkirin.