Erkan sht

Erkan sht
@Demhat_ro
instagram.com/erkansht?igsh=N... Parvekirinên we yan xeyalên we ne, yan jî rastiyên we ne ...!
Sêrt
115 okur puanı
Mart 2022 tarihinde katıldı
Puan vermedi·182 syf.··
2025 12. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 23 Kasım 2025 00:23
Dîsa serî de dixwazim bibêjim ku min tu carî ne dixwest pirtûkên bi vî rengî binirxînim. Ber bi dawiya pirtûkê de min got ez ê pirtûkê nenirxînim. Li vir mabesta min tiştek din e. Carinan em hinek heval pirtûkên ku dixwînin di navbera xwe de em şewr û analîza wê dikin. Lê ev pirtûk û pirtûkên dişibin zimanê vê pirtûkê gelek caran mirov diêşînin ku dema mirov binirxîne, bişêwre, analîza wê bike. Bi zimanekî sade û xweş hatiye nivîsîn. Destpêka xwendinê de mirov weke 'kurgu' hildigire dest lê, niviskar nepenî û mitelekirineke bê sînor barî xwîner dike. Bi xwendin û herikîna rûpelan re kes digihîje xemgînî û matmayînên gelek dijwar. Ez ne li bendê bûm ku destpêka pirtûkê wê dawiyê de min ewqas bi bandor bike. Demek tê tu nikarî tifa xwe biqurtînî, dev û zimanê te ziwa dibe. Wê nişkê tu dibêjî; "Ma jixwe wate û armanç ne ev bû." Navê pirtûkê bi xwe wê tesîrê rawe dike. Û heya dawiya pirtûkê jî karakter dibêje; " ez tî me tî" yan tiyê azadiyê ya tiyê evîneke ne diyar an jî tîbûna welat. Çawa ku pirtûkê de jî tê bilêvkirin; "tu rastiyê bixwazî dilê min bi halê me dişewite, Masî. Evîna welêt, ya azadiyê, ya jinê yan ya mêr hemû li nava hev ketine. Em bedelên hemûyan didin û yekê ji wan jî bi dest naxin." Piştî vê gotinê tu gotinan li serê dirêj nakim. Hêvî dikin ku em ji lalbûnê xwe rizgar bikin û heww
Gava Ku Masî Tî DibinHelîm Yûsiv · Peywend Yayınları · 201488 okunma
Edebiyatın En Tatlı Eşleşmeleri!
Peki ya sizin favori kitabınız hangi tatlı olurdu?
10/10
·154 syf.··
Beğendi
·
2025 5. kitabı
·
47 günde okudu
·
Okunma: 21 Mayıs 2025 22:38
Çawa dest pê bikim/mijarê vekim ez jî nizanim Lê bi rastî jî pirtûkeke wisa bi wêrekî hatî nivîsandin di pirtûkxaneya kurdî de cih girtina wê hêja ye. Em dikarin li ser rêbaza nivîsandina pirtûkê nivîskar gelek biêşînin, rexne bikin. Gelek tevlîhev hatiye nivîsandin mijar hê nehatî qedandin ango di nîvê vegêrînê de te hew dît derbasî beşeke din bûye, bûyereke din vedibêje. ev jî bi xwe re her ku çiqas mitelekirinê hişyar bike jî lê dawiyê tevlîhevbûnekî dide der. Nêse... rexneyên esasî ev in. Dubare; Wêrekiya nivîskar ne mimkine ku were ji bîrkirin hêjayî pîrozkirinê ye. Vêca em bên li ser mijara esl û resen; karakterê me yî di pirtûkê de mîrza ye. Ya rastî gelek gelek dixwazim biaxivim/binirxînim lê kurt û kurtasî çêtir e. Lewre di encamê de jê ne dûr e. Herkes di nava xwe de (her ku çiqas neyê qebûlkirin jî) hinek Mîrza ye, dixwaze bibe Mîrza. Armanç ne mîrzabûn e lê hin ferasetên Mîrza di mejiyê me de cih bûne. Her mêrek û xwediyê hişmendiya baviksalarî roja îroyîn de vê ramanê meriyetê de dijî. Lê dîsa jî çawa ku dawîya pirtûkê de jî diyar dibe dawiya tiştên ne baş poşmanî ye. Rewşa Mîrza semptoma nexweşiyekê dide nîşan. Û heqê wî darvekirine. Noqte
Mîrzayê RebenSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 201913 okunma
10/10
·144 syf.··
Beğendi
·
2024 15. kitabı
·
79 günde okudu
·
Okunma: 19 Kasım 2024 16:27
Pirtûkek gelek bi bandor û xwendina wê jî wekî wê giran, demeke pir dirêj û dawî û encameke pirbuha. Ji bo pirtûkên bi vî rengî gelek tevlîhev dibim. Carinan wisa dibe ku nîvê Pirtûkê li gel xwe dinivîsim. Her ku çiqas nikaribim wan fikr, raman û ferasetan li beden,hiş û jiyana xwe domdar bikim an jî bixim meriyetê dîsa jî baweriyeke min heye(ango xapînok); 'haydarbûneke peş ketiye, di ferqê de me. '
Hayatın AnlamıArthur Schopenhauer · Say Yayınları · 20103,829 okunma
Puan vermedi·171 syf.··
2024 11. kitabı
·
19 günde okudu
·
Okunma: 21 Ağustos 2024 18:15
Gotina min a piştî qedandinê ev bû; mala xwedê ava Bi rastî jî em dikarin gelek mijaran li serê vekin û binirxînin. Mînak dibêje ku; "yên herî zedê kedê didin, bi debara herî kêm re rûbirû dimînin" û gelek gotinên din. Di nav pirtûkekî de an jî xwendina pirtûkekî de, ez "karakterê" xwe digerim. Xweşbûna berhemekî bê guman çêtir mirov bi xwe ve girê dide/deriyê ponijandinê zîq vedike. Lê belê dema ku ne li gor rêzika min a xweşikbûnê be jî; ez têde xwe digerim, hin bêjeyan digerim. Her ku çiqas ez pê biêşim jî(dema bêhna min teng bike) ji xwe re dikarim rebazeke din bifikirim, an jî xwe bixapînim:) Yanê dema ku ez serwext nebim(ango tatmîn) Rasterast berê xwe didim bêjeyan; gelo ka kîjan hevok kesayeta min pênase dike.
Karakter AşınmasıRichard Sennett · Ayrıntı Yayınları · 20221,038 okunma
Puan vermedi·152 syf.··
2024 7. kitabı
·
13 günde okudu
·
Okunma: 10 Nisan 2024 02:37
Nirxandineke gelek kûr dixwaze. Ez ê ji ku dest pê bikim nizanim wisa dixuyê ku ez ê bi tu awayî xwe nexim şirîk:) him erênî him jî neyênî. Lê çawa gotî, xwedê dizane. Bo xwîner zanîn yan jî zanîna we ji bo gunehkarî qet ne girîng e. Pêşî bi xwe re şer dike paşê jî bi hebûnan re şer dike. Kî jî li ser bikeve yê ku têk biçe ew ê be. Kurtasî; destpêka pirtûkê ji min re pir nexweş hat lê dawîyê wê min ji min bir, min nexweş kir. Ez hîn difikirim gelo ev çi pirtûk bû, min çi xwend, behram kî ye û hwd... lê teqes ez ê xwe ronî bikim. Min jî soz da:)
Gotinên GunehkarHesenê Metê · Avesta Yayınları · 202366 okunma