Dîsa serî de dixwazim bibêjim ku min tu carî ne dixwest pirtûkên bi vî rengî binirxînim. Ber bi dawiya pirtûkê de min got ez ê pirtûkê nenirxînim. Li vir mabesta min tiştek din e. Carinan em hinek heval pirtûkên ku dixwînin di navbera xwe de em şewr û analîza wê dikin. Lê ev pirtûk û pirtûkên dişibin zimanê vê pirtûkê gelek caran mirov diêşînin ku dema mirov binirxîne, bişêwre, analîza wê bike.
Bi zimanekî sade û xweş hatiye nivîsîn. Destpêka xwendinê de mirov weke 'kurgu' hildigire dest lê, niviskar nepenî û mitelekirineke bê sînor barî xwîner dike. Bi xwendin û herikîna rûpelan re kes digihîje xemgînî û matmayînên gelek dijwar. Ez ne li bendê bûm ku destpêka pirtûkê wê dawiyê de min ewqas bi bandor bike. Demek tê tu nikarî tifa xwe biqurtînî, dev û zimanê te ziwa dibe. Wê nişkê tu dibêjî; "Ma jixwe wate û armanç ne ev bû." Navê pirtûkê bi xwe wê tesîrê rawe dike. Û heya dawiya pirtûkê jî karakter dibêje; " ez tî me tî" yan tiyê azadiyê ya tiyê evîneke ne diyar an jî tîbûna welat. Çawa ku pirtûkê de jî tê bilêvkirin; "tu rastiyê bixwazî dilê min bi halê me dişewite, Masî.
Evîna welêt, ya azadiyê, ya jinê yan ya mêr hemû li nava hev ketine.
Em bedelên hemûyan didin û yekê ji wan jî bi dest naxin."
Piştî vê gotinê tu gotinan li serê dirêj nakim.
Hêvî dikin ku em ji lalbûnê xwe rizgar bikin û heww
Heta ku dil û ling saxlem bûn, evîn dûr
bû, evîn nêzîk bû, ling hatin jêkirin û dil:
⁃ Dema muxaberatên mîna muxaberatên vî welatî li pey kesekî
bin, we çi di dilê wî de bimîne gelo?