Barana mirinê bi ser min de dibariya, min ava mirinê vedixwar, sîberên miriyan helbestan dorpêç dikin, dengê miriyan destanan
av didin, gavên miriyên bi min re radizin..
Min ji te re digot: ev tembîname ji bêhna axê ye, ji Amûda dilê min e, ji dudiliya babelîkên xewna min e, ji xemgîniya stêrkeke
rijîyayî ye, ji nexşeya welatekî bênav e, ji xuşîna rûbarên bendemana min e, ji min e, ji gurmîna mirina min e..
Li welatekî digeriyam û di qederê de winda dibûm.