Erkan sht

Erkan sht
@Demhat_ro
instagram.com/erkansht?igsh=N... Parvekirinên we yan xeyalên we ne, yan jî rastiyên we ne ...!
Sêrt
115 okur puanı
Mart 2022 tarihinde katıldı
Strana Êşê
Ez ê dîsa herim bi êşê ji xwe her kes bi êşê diçin bihûştê yên ku êşê nekêşin her diherin dojehê Û piştre êş. bi xwirînî pir baş e êş xweş e êş bi şerabê re xweştir e şeva biêş ji êşê xweştir hezkirina jineke bedew e bi şerefa êşê xweştir e mirov pêsîrê jinikekê bike dîwarê girî li şûna êşê.
Reklam
Piştî ewqas xwînê ez reviyam јі wê beyabanê. min hemû tiştên zer li wir hiştin. beriya her tiştî îlon li wir ma, dûre tu mayî. bila di bîra te de be xwe li ber barana te şil nakim êdî. li vir demsal mirineke bêîman е. aso naxuyên, baş guhdar bike aso naxuyên. elo! aso naxuyên, elo! aso!
Westiyam Min Ramûse
Çavên xwe negire, fermo porê xwe girê nede binefş dimirin, çavên xwe bide maran. Çiya ketine tora azadiyê, fêm bike ne bi tenê me. ez ê bêm bi sêdara mijanga te ve bimirim. westiyam, ji min hez bike.
Em ê bi stranan ji ber sekerata bindestiyê bifilitin Û ber bi asoyên azad ve bifirin. Pê bizane Bila her kes pê bizane.
Bi xatirê te, di bihareke tijî evîn de em ê hev bibînin.
Reklam