Gulê Dêranê

Gulê Dêranê
@Derz
2 okur puanı
Ağustos 2020 tarihinde katıldı
Şu anda okuduğu kitap
"Nowa": Qîrîna bêdeng a jinekê...
Puan vermedi
Pirtrûka “Nowa” ya Eyşana Beravî, di sala 2025 an de ji aliyê Weşana Avesta ve hatiye çapkirin. Çîroka rêwîtiya hundirîn a jinekê vedibêje. Dema ku ew di dehlizên rabirdûyê xwe de digere, guh dide dengê xwe yê hundirîn jî. Berhem ji destpêkê heta dawiyê bi monologeka lehenga me diçe. Leheng bi bîranînên xwe, zarokatiya xwe, diya xwe û ji her tiştî girîngtir bi siya bavê xwe re diaxive. Ev axaftinên hundirîn carinan vediguherin ramanên rêwiyek westiyayî di trênê de û car- car jî vediguherin axînên tirsnak ên jinekê li ser paldanka diranan. Atmosfera romanê bi xemgînî û rageşiyeke hundirîn a tund hatiye hunandin. Bêhna pîvazan, paldanka diranan, mirin, name û trên… hemî di bîra karakter de wekî bîranînan deng vedidin. Bi taybetî jî, tuwanca tacîzkirina bavî di paşxaneya nivîsê de tebeqeyeke êşê ya domdar diafirîne. Ji bo leheng, her bêhn, her deng deriyê trawmayê vedike. Ji vî alî ve berhema Nowa yê bibandore; nîşan dide ka bîranînên tepeserkirî çawa ji nû ve derdikevin holê û vediguherin beden û zimanekî li ser mirov. “Bes e te memikên hişê min mêtin…”(rûpel 90) Zimanê hevala Beravî helbestî ye, car carna nêzîkî lîrîzmê dibe. Lê mixabin, ev zimanê helbestî carinan di vegotinê de valahîyan diafirîne; hevok mîna giravan dûrî hev xuya dikin. Dibe ku ev valahî hilbijartinek hişmendî ya nivîskar be: dibe ku ew dixwaze perçebûna hişê leheng û ezîtiya wî ya belavbûyî bi awayekî teşeyî vebêje. Ji ber ku roman ne wekî yekîtiyeke vegotina klasîk e, ev berhem bêtir dişibihe ceribandineke herikîna hişmendiyê. Her ku leheng difikire, em xwîner jî dibin govana ramanin wê. Yek ji aliyên herî balkêş ên romanê ew e ku ew mijarên penaberiyê, parçebûna malbatê, biyanîbûn û koçberiyê di asteke navxweyî de honandiye. Xuya ye ku çîrok li welatekî Deryaya Spî li parzemîna Ewropayê
NowaEyşana Beravî · Avesta Yayınları · 20256 okunma
Gulê Dêranê
Min ev pirtûka xwend ecêp tesîr ser min kir talî fêmkir Eyşana Beravî edebîyata kurdî qada navnetewî de temsil dike ciyê şanazî. Te jî xweş şirove kiriye keko