NOWA û NOTAYEKE ŞÎN
“Kêra destê xwe kirasê pîvazê spî dikim.9”
Roman bi vê hevoka bi “allegorî” dest pê dike. Hevokên ewil ên romanan gelekî mûhîm in; çikû hevoka pêşî bersiva “ez ê çi bixwînim?” dide xwende. Çima allegorî? Çikû gotîye “kêra destê xwe “ negotîye “Kêra Lİ destê xwe”; negotîye “qaşilê pîvazê” gotîye “kirasê pîvazê”. Jixwe “spîkirin” ji allegorîyê jî wêdetir e.
Piştre, Nowa, baba, NO, dirankir, zeman, çav, dil, trêna şeşan, otobos, nameyên mirîyan, ava pîvazê û herka hiş... Teybetmendîya teknîka “herikîna hiş” wisa ye, ew ji xwe re coyekê çêdike û ber bi deryayê ve diçe.
“Diranê hiş 11, bişkoka hiş 90, memikên hiş 90, derê hiş 96, çavên hiş 96,bişkokên perdeya hiş 97, zimanê hiş 84,Berîka hiş 86, Orta ezmanê hiş 49, Destê hiş 27, otobosa hiş”
Nivîskar, bi serkeftî ev teknîk bi kar anîye û xal li dawîya beşan danîye.
“Go çîçirîskê derpê qulîskê kun enavê li ber dolabê jinka bavo ez birçîme gepil nano. Jinka bavo go;…”
Tişta vê romanê “xweştir” û “geştir” dike, ev afirînerî ye. (çîroka nanî/nên) Hem folklorê dixe navbera metnê, hem jî nan li dawîya her beşê dibe sembolêk.
1- Li romanê hin hêma û têmayên helbestî gelek bi serkeftin hatine bikaranîn.
Mînak:
Neynikên xeydok 48
ferhenga şevê 49
Dengekî pîr 49
bayekî şil 51
Wêneyê ewrekî nepixî 10
Hêrsa xwe ya şîn
2- Li zimanê berhemê gelek mijar hene yên bala mirov dikêşin. Mînak: Taswîrên bi “endamên bedenê” (li helbestên kurdî gelekî tên bikaranîn; bi teybetî li helbestên jinan) Li NOWA jî ev zimanê bûyî klîşeyeke helbestên kurdî heye.
memikên gerdûnê 87
Memikên guh 95-40
Gurçikên qûnê 63-83
aqilê lingan 85
Lingên gotinan 89