Mîr Celadet Alî Bedirxan, ev lehengê kurd, yê ku tev jiyana xwe li ser du eniyên şer, di ber mafê gelê xwe de xerc kiriye; di destpêkê de, bi siyasetê mijûl bûye û hêza xwe di şerê polîtîkî de mizaxtiye, paşê û piştî ku tev derfetên polîtîkî û şoreşgerî li ba hatine girtin, berê xwe daye eniya rewşenbîrî û rojnamevaniyê û tev jiyana xwe jê re terxan kiriye.
Werin em ê bi hev re, rojbûna wî bibîr bînin û pîroz bikin.
mîr Celadet bi bav, ap, bira, pismam û gelekên din ji welatparêz û evîndarên kurdayetiyê re sekiniye û bi wan re beşdarî avakirin û sazkirina piraniya komele û saziyên ko li Stenbolê hatine damezirandin bûye. Di sala 1927an de, ew yekî sereke bû ji hîmdarên avakirina komela “Xoybûnê” li Beyrûtê.
Di roja 15 gulana 1932an de kovara HAWARê, bi tîpên latînî weşandiye, ew tîpên ku wî ji zimanê kurdî bijartibûn, piştî xebatekê ku 13 salan pê re dûm kir. û di rûpelê pêşî de wiha gotiye: Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwemnasîne, xwemnasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, heyina zimanê me dê bide naskirin, lewma ko ziman şertê heyînê a pêşî ye.
Bi weşandina kovara Hawarê re, yekemîn care di dîroka Kurdan de ku zimanê kurdî bi tîpên latînî tê nivîsandin.
Ji vê kovarê 57 hejmar hatine weşandin. Ev kovar bi du zimanan, kurdî û firansî, dihat weşandin.
Naveroka hawarê bêtir li ser van babetan belav dibû: Alfabeya kurdî, zimanê kurdî, giramêra kurdî, ferhenga kurdî, hem jî stûnek ji zarokan re û quncikek bijîşkî û tendurustî jî tê de hebû..
Gelek nivîskarên Kurdan bi rêya Hawarê nav û deng dane, wek: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nureddîn Zaza, Reşîdê Kurd, Hesen Hişiyar. Jixwe Qedrî Can wek nûxariyê Hawarê tê naskirin.
Di sala 1942an de, mîr Celader kovarek din, bi navê