Tanrım bana, değiştirebileceklerim için güç, değiştiremeyeceklerim için sabır, ama en önemlisi, ikisinin arasındaki farkı anlamak için akıl nasip et
ÇİN TAPINAK YAZISI
📚🔔 Tatil zili çaldı!
Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞
Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
XERAB ( Türkçe çeviri yorum kısmında)
Çavê min lingê xwe qurmiçand li rêyên dûr
Da ku peyva min bipejirîne di dawiyê de jiyan
Rengê xeyalê li ser rûyê wêneyê xewnê bû
Min dil sparte jana koçê lê çi feyde
Dawiya şîva giliyê min
Sibeha lomeyê hebû
Neket serê min ev temenê tije têkçûn
Binê vî xanîyî bi giştî li ser avê bû
Lingê min re çûye striyê beyabanê
Ji bilî gewriyeke zuwa pê ve min rê nekudandiye
Lê kesekî wek alîkarîya civakî
Heke destê min girtibe, xapana leylankê bû
De baş e dewranê rengê domîné li xwe nedît
Sistiya veşerî ya şeva jan kêşanê hebû ji bo dilê min
Lê ji bo karê rojê şadiya min bi lez û bez bû
Gundê min kedirî bi sohbeta zewalê re
Dengê şadiyê di dilê min de qurmiçî
ku hê di serî de
Wêneyê vî kundê laş xweş xerab bû
XEMA XEMGÎN ( Türkçe çeviri yorum kısmında)
Şeveke sar e û ez qerîm,
Rê dûr e û ling westiyayî,
Tarîtî heye û çirayek mirî.
Bi tenê ji kolanê derbaz dibim,
Dûr man ji min mirov,
Sîhek bi ser dîwarê re derbaz bû,
Xemeke din zêde bû li ser xemên min.
Hîzra tarîyê û vê wêraneyê,
Bê xeber hat heta jidilê min re,
Çîrokan li hev bîne bi dizî.
Tune ye rengek ku ji min re bibêje,
"Hinekî sebir, şefeq nêzîk e."
Her dem vê bangê ji bo xwe ji dil,
"Wey ev şev çi qas tarî ye!"
Kenek ka ku dilê xwe jê re vekim,
Dilopek ka ku bi ser eniya xwe de birijîne,
Texteke ka ku xwe bi wê ve baliqîne.
Dibêjî qey şev bi hêvîdar e,
Di dilê yên din de jî heye xemek,
Lê xema min xemeke xemgîn e.
RÛ BI ÇÛNAVA ( Türkçe çeviri yorum kısmında)
Rijiya ye soriya çûnavayê
Cih bi cih li ser kêvir
Çiya bê denge
Dicose çem
Maye di dawa deştê de
Bêndereke reng xemrî
Sih bi sihê ve têkel bûye
Kevir bi kevir ve têkilî girê daye
Roja çilmisî ji rê derbaz dibe
Di çavê wê de xwîya bûbû
Şopa kederê li pey bişirînekê
Kundê li ser sûrhan dixwîne
Laşxwir giran giran
Ji hewa ve yeko yeko tên xwar
Kelaşek maye li deştê
Deraniye nikil çavê wî ji cih
Di bin eniya wî de
Mane du kortên xemrî
Tarîtî tê
Deşt aram dibe
Çîroka rengî ya rojê
Ber bi xelasbûne ve diçe
Şax çilmisî ne
Kevir qerisî ne
Çem dinale