Zimanê me hebûn û nebûyîna me ye, rûmeta me ye. Qîmeta wî bizanibin. Pîroz be.
Bi xemil, rewş e,
Şîrin û xweş e,
Zimanê kurdî...
Bi nexş-awaz e,
Letîf û naz e,
Zimanê kurdî...
Beyta Feqî ye,
Sewta Xanî ye
Zimanê kurdî...
" Dibe ku Xwedê qedera me bi wiha nivîsîbe. Tu li der û dora xwe nabînî, çi zarên bêxêr hene, dibe ku derbarê me de ya herî bixêr jî ev be, ez nazewicim, hêwiyê nayînim ser xanim û xatûneke wek te. "