Zimanê me hebûn û nebûyîna me ye, rûmeta me ye. Qîmeta wî bizanibin. Pîroz be.
Bi xemil, rewş e,
Şîrin û xweş e,
Zimanê kurdî...
Bi nexş-awaz e,
Letîf û naz e,
Zimanê kurdî...
Beyta Feqî ye,
Sewta Xanî ye
Zimanê kurdî...
Mafê mirovan, navê wan mafên giştî ye ku ji mirovan re hatiye dayîn, ji bo ku sirf jê re mirov tê gotin, bêyî liberçavgirtina zimanê wan, dînê wan, nijada wan, cinsiyeta wan, netewa wan, statûya wana civakî û rengên wan.
" Dibe ku Xwedê qedera me bi wiha nivîsîbe. Tu li der û dora xwe nabînî, çi zarên bêxêr hene, dibe ku derbarê me de ya herî bixêr jî ev be, ez nazewicim, hêwiyê nayînim ser xanim û xatûneke wek te. "
Bi çirisîna heyvê ya li ser ava tarî re qefleyek berbûrî hatin, li dû erebeyeke gayan. Qiloçên gayê zer bi şehrên keskesor xemilandî bûn. Xanimzer bûbû bûk, bi xêlîyeke sor.