Ev çendin ji xwe direvim…
Ji biryareke xwe
Ji rastîyeke xwe
Mirov hildibijêre yeke xirab, yeke qenc…
Yekê hiltînim yekê datînim
Ev çend zeman e, wiha bê biryar im.
Seyit rizayi atfediyorlar ama herhalde demenanli birinin, aşiretinden birinin sözü zannederim çoluk çocuğu şehit düşüyor ondan sonra söylüyor. İşte diyor "Dağların anahtarını kaybettik". Şimdi üç beş şehidi birakabilir misin? o arkadaşlarla yaşarken. halkı birakabilir misin? citti anlamda dost olanı soyut bir halk kavrami olarak söylemiyorum, bu coğrafyayı bırakabilir misin? Meşe ağacı her gün her yıl bizsiz açacak şimdi onu birakabilirmisin? yıllardır yaşadıklarimiz var. Aşağıda bir Munzur suyu akıyor yani onu hissetsen aslında birakamazsin.
Di navbera derî û dilê xwe de mam
Li aliyek tu
Li aliyek derî
Ne destê min ji derî dibû û ne jî ji destên te.
Min çend payizên sar germ kir, ji bo her tiliyên te
Min ji temenê xwe heştê sal kiriye darê dergûşê dihejînim…
Û îşev sîya te diteyisê paceya min
Dixwazî ku ber bi alîyê min ve werî
Çend bîranîn di kefa destê te de
Û te destê xwe danîye ser sîya dilê xwe
Ez hîn heştê salî li ber darê dergûşê rûniştî me…
Hîna dihejînim lorîkên xwe…
Ez çiyayî me
bi qasî
dara berûyê
çiyayî
û di demsala
havînê de
stêrên ku xilmaş
di zikê ezman de
diteyisin
Ji lew
min ji çiya
ji hewaya çiyê
newaya çiyê
sihar û êvarên çiyê
hez kir
Dema ku dinivîsim
bêhemdê min
çiya û dîmenên çiyê
têne ber çavê min..
Heft şevên çîrokekê,
heft çîrokên şevekê, cejn, Kezîzer,
tu jî mîna minê, ezê bêm…"
û gelek êşên din
Beyrûtê vedigerînin
Destana egîdekî
Destana evînekê
Destana welatekî bi xwîn..
yek bi yek çûn
li asîmanê heftan bûn mêvan
hevalbendên rojê
bi stêrkan re stêrik
bi mirovan re mirov
û li hemberî
ne mirovan
ji bo mirovatiyê
lê dide
dilê me
û dilê wan
û ji bo biratiyê
zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê
êş, ezab, elem, derd û kul dîne
hinekirî ne sor spî
li erdê berriyê bêrî
pir av anîne ji ser bîrê, pir biriqîne
zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê
heşt zik zaro xwedî kirine
geh pale bûne bi dergûş
geh li qirşan geh li pûş
xûz bûne tak rihan
li ber beroşan, sîtilên li ser sê keviran
ji ber karan, wehîd tim, bi gazinc car caran
zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê
çend sal emir kirine ew jî nizane
haho hawar, hatine rûçikandin li şûna miriyan
bi saxî ketine tirban
kokên wan şil, şil kirine dil
zulfên zelîxayê, mîna mirinên zemanê berê
mîna mirinên zemanê berê, zulfên zelîxayê