bavê min bû dareka hişk
dêya min dike xatir bixwaze
hin şevan hîvoyî dibim
û gava şînê dikim dibêjim:
-weeew jiyan çiqas xweş e
çima mirin heye bo kesan
meriv ê çawa dest ji avê berde
êdî dereng e bibim şivanê stêrkan
dest bi kursa Spanyolî bikim
dereng e bo kesaxtina zerdelê
êdî nabim baterîstê orkestrayeka rockê
nikarim dest bi kolana bîrekê bikim