✿هێلین.H

✿هێلین.H
@Heldem
Min û te bi hev ra soz danî...  Heyvbanû.ლ
Serê min li ku be ez li wir im
295 okur puanı
Nisan 2023 tarihinde katıldı
Riyek tenê heye!
?‏Û wê çi peyam bê dayin bo mirovën kombûyî 'Hûn parya ne! Divê heta heta çongên we bilerize ku hûn ê ji heqê xwe bên mehrûmkirin û malê we ji we bê stendin. Heqaret li we bê kirin dema hûn li kolanan dimeşin. Ger hún feqîr bin, hûnê duqatî mexdûr bibin. Ger hûn dewlemend bin, divê hûn về veşêrin. Hûn nayên qebûlkirin ji bo karekî bişeref, û dema hûn bi pere jî elaqedar bibin, wê we bikin nîvenda taybet a piçûkxistinê... Ew rewş wê ber bi başbûnê ve neçe, wê ber bi xirabtirbûnê ve biçe... Riyek tenê heye: riya Welatê Ehdkirî."‏
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
kirin e,ne gotin e.
‏Em dikarin bibînin ku fikra siyonîst xurt dibe Xetên wê hê jî baş ne diyar in, lê fikra diyarker bi awayekî zelal xuya dike; ev cûre mirovê binamûs ancex bi koçkirinê dikare şansek wi çêbûbûya ku derkeve meydanê. Di New Ghetto de Jacob Samuel qehremanek e ji ber ku dizane wê mirineke bi şeref çawa hil-bijêre. Vêga mirina zilamekî bikêr îsrafeke sûcdar e. Ji ber ku peywirên mezin hene ku bên bicîhanîn.‏‏A rast, a li vir derdikeve pêş me Kirin e, ne Gotin e. Zehmet e mirov bibêje ka çi bû derba dawî ku Herzl ji dinyaya Gotinê ber bi ya Kirinê ve bir -wî bi xwe jî wê nikaribûya bersiva vê bide. Dema mirovek tijî berpirsiyarî be mîna Herzlê wê demê, tiştên‏ ‏piçûk jî dikare roleke dramatîk a ji yên mezin ne kêmtir bilîze.‏
‏!Bêaqilo! Ehmeqo! Lawaziya bêhêvî ya hejar Jiyaneke aidî me winda kir!"‏
‏. A rast, lîstik wek yekemîn pêşmerc di pêwendiyên mirovî de hêmana xwe-rûmetê dupat dike. Di lîstikê de, "Ger tu li hemberî xwe nerast bî," dibêje dayika jîr a lêwik, "divê tu gazi-nan nekî dema yên din li hemberî te nerast bin." Eyn wek bayekî hênik bû ku ji nişka ve diket nav atmosfera fetisîner a odeyeke tarî. Ew helwesteke nû bû: girûra nazik!‏
‏Ev êdî -demeke dirêj e jî ne wiha bû- ne meseleyeke teolojîk e. Tu elaqeya wê tuneye bi dîn û wij-danê re" got Herzl. "Ji vê jî wêdetir, her kes pê dizane. Meseleya cihûyan ne neteweyî ye ne dînî ye. Ew meseleyeke civakî ye."‏