✿هێلین.H

✿هێلین.H
@Heldem
Min û te bi hev ra soz danî...  Heyvbanû.ლ
Serê min li ku be ez li wir im
295 okur puanı
Nisan 2023 tarihinde katıldı
Di ser çavên mera hatî !
Tu hatî lêvşirîna min! Evînû û dilvirîna min! were xweşke birîna min ! Di ser çavên mera hatî ! Bi xemlû xêz tu wek Zîni Şepalû şeng û şêrînî Ji daxwazê re dûrbînî Bi dîdarê petû latî !
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
Bese ev malemîratî !
Bi dîdara xwe pir rindî Birû heyv û şeker xendî Di vê rê de hinermendî Bi bejna xwe tu şemşatî Ji min canû ciger kuştin Dilû mêlak hemî xiştin Tijî tîrû berû xiştin Bese ev malemîratî! Bese ey dilberû gawir! Bibarîne li min awir ! Te can û dil kirin agir, Bi talan û bi berbatî
Ez dê vexum pingavî bî Jehr û mirin pir navî bî Wer min mirin wê gavî bî Ahî ji destê te evîn Em dê vexwîn,wer dîn bibin Pir serxweş û bê dîn bibin Canû ciger tev xwîn bibin Ahî ji destê te evîn
Ger ez mirim canê te xweş
Radare dil, dûrbîne ew Yar têde keskû şîne ew Tehlî li pey şêrîne ew Ahî ji destê te evîn Dilber ku carek bête bal Datênî ber pê zêr û mal Ji birr diçin dost û heval Ahî ji destê te evîn Ahî ji dest şêrîn devê Şeker kenê, lêv hingivê Jehr û mirin bî, min divê Ahî ji destê te evîn Jehra ji wan lêvên şirîn Xweş tê li min wek pensilîn Pê xweş dibin derd û birîn Ahî ji destê te evîn Cama evînê pir bi weş Çawa vexwar ez çûm ji hiş. Ger ez mirim canê te xweş Ahî ji destê te evîn
Evîn ji destê yarî bit Çendan ku pir dijwarî bit Dê dil bi wê hişyarî bit Ahî ji destê te evîn Evîn wekî saza dile Nalîn û awaza dile Xweş vîn û daxwaza dile Ahî ji destê te evîn Evîn ji çavên reş dizê Bîna binefşû nêrgizē Wek şîreya şêrîn mizê Ahî ji destê te evîn Carek ji destê dilberê Şêrîn lebê, đêm gewherê Dîsa vexum ez wek berê Ahî ji destê te evîn Ew nazika pir gewr û rind Dêm gewhera, bala bilind Carek bidî min ew lewend Ahî ji destê te evîn