çawa bikarim bigihêm te?
Eger tu biheşt bî,
ji min re bêje,
da ku ji hemû xwedayan re dua bikim.
Eger dojeh bî,
ji min re bêje,
da ku dinyayê bi gunehan dagirim.
çawa bikarim bigihêm te?
Eger welatekî dagirkirî yî,
ji min re bêje,
da ku bo te alayekê ji postê xwe bidirûm.
Eger tu jî wek min qereçiyek bî,
tixûbekî li dor min bikêşe,
û,
min ji xwe re bike welat.
lê bêje: çawa bigihêm te?
Abdulla PEŞÊW (ji pirtûka helbestên bijare)