Li wextê berê miletek hebû, miletekî mêr û ciwanmêr, lê nezan. Ew milet ketî bû destên miletine din. Miletên serdest zilm û sîtemkarî lê dikirin. Miletê bindest ji heyîna xwe bêxeber, di bin nîrê Miletên serdest de hero belengaztir dibû. Lê Miletê ji her tiştî bê hay, bi belengazî ya xwe jî ne dihesiya.
Rojekê, pîrek ji nav wî miletê bidest rabû. Pir li halê miletê xwe temaşe kir; li ser nexweşiya wî vebû. Kal rabû, elfabeyek çêkir û milet da xwendin. Wî pîrî li xelkê xwe pend û şîret dikirin û digot:
- Zarokno, li zimanê xwe miqate bin, pihêl pê bigirin, hînî xwendin û nivîsandininê bibin; gedre zimanê xwe bizanin. Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda ne kiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wî di destê wî de ye.
Belê zimanê we heyîna we ye. Hin bi tenê bi zimanê xwe ji miletine din tenê ferq kirin. Û rojekê honê xêra wî ji hêsîriyê xelas bibin. Milet ji ya pîr kir, hînî xwendî û nivîsandinê bû. Xêra zanînê li her tiştên dinyayê hişyar bû; bi heyîna xwe hesiya.
Belê milet zanî ku heta hingê di zîndana nezaniyê a tarî de pûyan dibû. Çira zanînê dora milet bi ronî kir. Milet her tişt dîtin.
Zorkeran di tariyê de li wî dixistin, milet ço ne didît. Lê gava zanînê hawir bi ronî kir, milet çûye zilmê di ser xwe re dît, ew girt û ew şikênand; berê xwe da deriyê zîndana û jê derket. Ji ber ko, herwekî pîr gotî bû, Mifte pê re bû.
Weyl ji wî miletê re ko zimanê xwe winda kiriye.
Sayfa 7 - Herekol Azîzan, Ronahî, Hejmar: 28/1945 Adar