kesekê xwedanê xêra tunîni cewabekî bide xezala mi bi tenê melhemekî çêbike ji şîr û şekir lo ji arê kilsê hewû rebeno gidî, geli gundî cînarno temî û weyseta mi li we be ez nexweş im ez dimirim hûnê kefenê mi bibirin çîtê dêrê qîza ax lo filankesê hewara Xwedê
mi go doxtoro bi te kim, tuyê bi Rebê di Jorîn e
tu dermanekî ji birîna mi ra bibîne
go mala te xirav bi
herçî kesê ku tîra eşqê li serê dile wî bixîne
dermanê birîna wî li ba mi nîne
tu dêhna xwe bidê tîra eşqê li serê dilê te daye
dermanê birîna te tunîne