Tişt bi xwe wisa ne, mirov hogirî tiştekî yan kesekî dibe lê demê nabîne ku li çîroka wî tiştî yan wî kesî bihizire û birame. Lê te hew dît ji nişkê ve pêla xwestina raznasînê xwe li kenarên hizra te dide û dihêle ku tu li pê razan bigerî.
Min ji xwe re got: "Bila ev derya û ev çiya û ezmanê welatê min tiştên herî dawî bin ku ez dibînim. Bila ne herdu çavên dêya min ên mişt bi rondik bin."