Go Cegerxwîn hat Serxetê, li mala melayekî bû mêvan. Evana diaxivin, zimanê wan ji hev da ketîye, peyvek bi kurdî be didu bi tirkî ne. Cegerxwîn aciz dibe. Dibe şev, gedeyê mêrikî tê hundir, Seyda mêze dike, potikek bi guhê lawikî ve ye, dibêje, "Xêr e?” Mêrik dibêje, "Qulaxê wî îltîhap qapmîş kirîye."Seyda bêhna wî teng dibe, lê nade der. Dibe sibeh, Cegerxwîn dê bi rê bikeve, ê de melayê me nav û dengê wî û helbestvanîya wî bihîstîye. Mela dibê, "Seyda, kurdîya me çawa ye, ket serê te?" Cegerxwîn dibêje, "Welah tirkîya we baş e, lê çend peyvên kurdî tê da mane."