Nizanim ezê çawa dest bi gotinê bikim lê divê ji serîyekî destpê bikim!
Ev çendî di devê mirovan de ev peyv heye , xêr û bereket nemaye ! Gelo hew xêr û bereket nemaye an mirovahî jî nemaye ?
Dihê bîra min dema zarok bûm ez û dîya xwe û bavê xwe em diçûn gund ku em derdiketin kolanan pîrên gund cil û bergê wan ne wekî ê me bûn wekî çarîya dîya min li serê wan bû û li ser jî dismal girêdayî bûn digotun kofî û pêşmal li ber wan hebûn . Carna ku em di ber wan re derbasdibûn ji pêşmala xwe carna mewîj ji nav pêşmala xwe derdixistin û didan me em pir kêfxweş dibûn . Pîrên an kal ên berê pir ji zarokan hezdikirin , hezkirinek ji dil . Peyva serê zimanê wan xalo heyran apo qurban bû . Belê ev jî hebû pir qedr û qiymetê wan jî hebû lê niha wan dixin odeyekê nan û avê wan dikin û dibêjin bila dengê we dernekeve bila em we nebînin ku ji xetê şaş dibin berê wan didin HUZUREVÎ ‘ ya ( qaşo malên aramî ji bo kal û pîran ) aha ez dixwazim vê bêjim ew mewîjên kû dixistin destê zarokan berket ew bû hezkirin bû rêz girtin bû mirovahî bû danek ji dilê sedqane bû !
Vê sibê wisa hate bîra min zaroktîya min min jî berîka xwe tijî şekirê îdê kir û min berê xwe da nava gund û kîjan zarokê ku di ber min re derbas bû min şekirek xist destê wan û de ka werin em dilê zarokan û kal û pîran xweş bikin da kû xêr û berketa me li me vegerin ☺️