“Di navberekî bê etîk de, mirov her dem paş ve dikeve. Çimkî sînorên exlaqê yên miroveke rastgoyî hene, lê belê yê ku bêexlaq e, tu sînorê wî tune ye.”
Eger min bêdengî kiribe, eger min dest û lingên xwe vekişandibe, eger min we muhatap negirtibe, an jî guh neda be; yan we ji pişt min xistiye, yan jî li pişt min xeber daye û nankorî kiriye, an jî min fêm kiriye ku samîmiyeta weya bi gotinê derew e. Wekî din, ez bêyî sedem ji kesî dûr nakevim.