Welatê avê ku îro bêav ma ye. Mala û Arzanya îro çep dizivire.
Spîtama Zerdeşt dibêje:" Ew ê ku di perwerdeyê de xwêdanê nerijîne, ew ê di şer de xwînê birijîne! "
Amîkha xweş bersiv da:" Ajalan serjê nekin, şitilan deynin! " Dîrok di heman demê de wijdana mirov e. Ew ên ku bi karê civakî re mijûl dibin pêwîste ku di hemû warên civakê de têragah bin. Nemaze divê bi rista civaknasî, dîroknasî, derûnasî û olnasîyê re rabin. Hêrsa xwe ya hişyarbûyî bi kîna wan a razayî re bike yek! Lewre Rêbertiya Gelan dibêje:" Azadî, bi xwebirêvebirinê dest pê dike! " Şer bı hunera taktîkê dibe û serkeftin bi rast bikaranîna rêbazan pêk tê. Hûn guh nedin gotina dibêje:"Piraniyê zora mêraniyê biriyê." Rastî berovajîya vê gotinê ye.
Ji ber vê çendê dibêjin hemû mêr nabin şêr:" Yê negot û kir şêr ê, yê got û kir mêr e, yê got û nekir kerê nêr e!"
Malava!