KURDÎYA MIN JI KURDÎYA WE BAŞTİR E
Serok got; Zimanê Kurdî girîng e.’
Heke mejîyek hatibe parçekirin, ziman jî parçe dibe. Heke hêza we ya siyasî tune be, hêza we ya çandî jî nabe. Heke hêza we ya rêxistinkirî nebe, wê demê hûn nikarin zimanê xwe jî li ser pêyan bigirin.
Hewceye ji ewil em hêza me ya siyasî bêhtir çalak bikin ku bikarin ji hêla çandî û nasnameyê ve nirxên xwe biparêzin. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin, Kurdî çalaktir bikin. Heta dema em li vir bi Kurdî diaxivîn, got;
‘'Ev 27 sal in li vê derê me. Ev 30 sal in bi tu kesekî re rast û dûrist bi Kurdî neaxivîme. Lê Kurdiya min jî ya we baştir e.''