"Deh kesên aqilmend ji heqê yekî dîn dernakevin."
"Dem bi dor e geh li jêr e geh li jor e."
"Dest heye ji her destî pîroztir e."
"Dinya bi sebrê ava ye."
"Ê bêkes çû ber çem, çem miçiqî."
"Dil fireh be, cih teng nabe."
"Evîn kirasekî ji agir e."
"Ew kesê neçe şer, şer pê xweş e."
"Her derîyî mifteyek vedike."
"Hemû tişt bi hêvîyan çênabin."
"Gotin nîvê kirinê ye."
"Newal e xalî ye, rovî tê de walî ye."
"Hevalê rêwiyan nan e."
"Her teyr bi bangdana xwe tê nasîn."