Dîcle me ez
Denge Dîcleyê
Nêrina dîroke,dilê mîrovahiye
Destpêk im ez,zayin hebûn
Çeme bîhuşte,destebirayê Aras,Zap û Fîrate
Tewrat,Încîl,Quran
Adem um ez,Birahîm,Nûh
Tofan,Cûdî,Herekol
Kevokeke spî,pelekî heşîn a dara zeytûne ,vejîn,vejîna jiyanê.
Bêdengî ,west ê
Heke ne west be , keser e
Heke ne keser be , hesret e
Heke ne hesret be , jan e
Yan jî ev hemû ne
Yan jî hin ji van in
Mîna niha
Mîna ku ez niha dikim,bi qesta bîhnnvedan û cixare pêçanê radiwestim û dikevim nav pêlên bêdengiyê.
Ez ê li pêlên ava Dîcleye ,li ronahiya tavê,li şewqa heyvê ,li çîrûsîna stêrê binihêrim û bimirim,bi lorîna dengê ava Dîcleye,bi straba bayê hûnik ê berbangên Mezopotamyayê.