Mem Aryen

Mem Aryen
@Mem_aryen
Yên kû dilên wan bi agir û bengîniya serkeftinê dişewitin encax dikarin bi me re bimeşin...
Parêzer
ZRN
100 reader point
Joined on February 2020
Şu anda okuduğu kitap
400 syf.
10/10 puan verdi
Hûn dixwazin fêrî zimanê kurdî (kurmancî) bibin? Keremkin vaye Rênîşa we... Ez dikarim bibêjim ku heya niha li ser Rêzimên min tu pirtûk mîna vê pirtûkê, bi berhevkariyeke berfireh û giştî nedî. Samî Tan bi rastî jî kedeke pîroz daye û ev pirtûk ji bo me amade kiriye. Her çiqas hin kemasî tê hebin jî,ji bo ku kesek hînî rastnivîs û rêzimanî(gramer) bibe berhemeke tekane ye. Naveroka pirtûkê pir dewlemend e; destpêkê ji aliyê binyadê ve zimanê kurdî vedibêje û paşê Denganîya Zimanê Kurdî digire dest.Li ser Peyvzanî, Watenasî, Ergatîvîya Kurdî û Beşên Axaftinê bi awayekî berfireh agahî dane. Wek Mijar; Pirtûk ji; - Navdêr - Cinavk - Hevalnav (Rengdêr) - Hoker - Daçek - Gihanek - Baneşan - Jimarnav - Hejmarên Hokerîn - Lêker - Hevoksazî - Rastnivîs - Xalbendî (Niqteşanî) Anku ji van mijaran pêk tê. Pirtûk têr û tije ye, demildest werin bixwînin û gava we xwend jî pir û pir nîşeyan jê bigrin. Fermo! Ji hêla axaftin û nivîsandinê de Fêrî Kurdiyeke Zelal û pak bibin. Û pê re jî, ji bişaftina zimên pak bibin:)
Rêzimana Kurmancî
Rêzimana KurmancîSamî Tan · İstanbul Kürt Enstitüsü · 201510 okunma
Reklam
74 syf.
5/10 puan verdi
" Veguherîn"; Mijar bi awayekî dersirûştî, wekî ku kesên pirtûk xwendin fehm kiriye ku ev bi şiklekî alegorî xwe dide der.Min ji ber ku jiyana Kafka kêm zêde xwendibû, min ev hizir kir ku Kafka; pirsgirêkên li ser karê xwe û yê di navbera malbata xwe de dijî, bi metafora kêzikê xwestiye Cîhana xwe ya hundirîn a bi vî rengî derbixe holê û bidahûrînê. Pergalê tu neçar kirî ku tu timî bixebite û dem ji jiyîna te re nehêliştiye. Xilasiya te ji nehpikên vê pergalê naxûyê û her tim wê te tehf bide quncika te. Biyanîbûn ji civakê, biyanîbûn ji malbatê; bi van destpê dike û di dawiyê de jî tenêtî û bêkesîyek gewre dimîne ji bo te, talî tu bi vî rengî jî dikeve rêwîtiya dawî. Pirtûk bi qasî ku qala wê hatiye kirin ne serkeftî bû ji bo min. Lê nivîskar bi pênûseke zelal û asan nivîsiye anku xwe dide xwendin. dîsa jî li benda bandorbûyînê nemînin:)
Dönüşüm
DönüşümFranz Kafka · Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları · 2022225.2k okunma
207 syf.
9/10 puan verdi
·
Read in 3 days
Dema min dest bi pirtûkê kir tavila min fehm kir ku dê qala evîneke; nuwaze rût û tazî bike. Ji ber ku ev pirtûk ji nameyan pêk tê û name jî teybet in. Îca ev name ji destê Helbestvanek mîna Ahmed Arif dertê. Ez dixwazim pêşî hinekî qala pênûsa Helbestvanê Navdar Ahmed Arif bikim; li gorî min, şêwaza nivîsa Ahmed Arif ji xwe tekane û xweserî xwe ye. Ev a ye, ku Ahmed Arif dike Ahmed Arif. - zimanê helbestan bi giştî Ji hevokên qelibî pêk tê û giyaneke bêhempa dide hevokan. Bi hizrê min kêm nivîskaran ev yek miyaser kirine. - mijar bi giştî evîn, jana gel û kîretiya Pergalê vedibêje. Û pesn û hîcîwên pir serkeftî bar dike. Vêce ka em vegerin Pirtûka di destê me de: Pirtûk ji bo Cîhana wêjeyê, atmosfera demê û Jiyana nivîskaran gelek tiştan bar dike. Li ser Evîneke platonîk û nîqaşên wêjeyî saz buye. Bi rastî jî mînandin û şayesandinên pir serkeftî hene.Heya ez dikarim bibêjim, hestên tên vegotin min di dilê xwe de bêyî kêmasî hîs kirin û ev yek jî ji pîsporiya vegêr anku Ahmed Arif tê. Leyla zewicî ye lê Ahmed hê jî li benda Leyla ye. Di roja îroyîn de pirî mirov bi peyv û hevokên Ahmed Arif evîna xwe tîne zimên lê wî ew gotinên xwe li hemberî Leyla timî kem û nûqsan didît û bi hevoka "Min tu bida ravekirin tu" dixwest qeyd û bendên li ser zimanê xwe bişkîne û vebêje evîna xwe. Bi rastî jî hezkirinek sebîl û pak e hezkirina Ahmed Arif lê em ji bo Leyla nikarin qet vê yekê bibêjin. Bêguman Hemû kes dixwaze wekî lêyla werê hezkirin lê bawer bikin ji xwe ji ber leyla'yan êdî Ahmed nemane li ser ruyê erdê:)
Leylim Leylim
Leylim LeylimAhmed Arif · Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları · 201316.4k okunma

Reader Follow Recommendations

See All
128 syf.
7/10 puan verdi
Pirtûk qala fermana 73. ya li hemberî Ezîdîyan dike. Nivîskar ji çavên malbatekê vê fermana ku bi destê hovên DAIŞ'ê pêk hatî vedibêje. Xiyanet, şer, destdirêjî, kûştin, penaberî, tîbûn, birçîbûn û di dawiya van jan û kîretiyan de; hatina 12 şervan û cangoriyên dilsoz, tekoşîna wan û hevalê wan ya li hemberî qirkirinê, rizgarkirina gelên êzîdî û Êzdîxanê, ji nû ve xwe saz kirin, xwenasîn, avakirina hêza cewherî û pergala ji nû ve xwe rêxistin kirinê hûnê kîte kîte hîs bikin û bijîn. Dema min pirtûk dixwend car caran dilê min teng dibû û çavên min tîje dibûn û carinan jî ez ji nişka ve dibişirîm û aram dibûm. Belê bi çavên malbatekê tê vegotin ev bûyer. Zarokek di dema revê de ji malbatê qût dibe û wenda dibe, yek xwe li deryayê dixe dihilpekê ewropa, yek tevlî meş-çalakî û semîneran dibe, yek dibe şervanê axa xwe û di vê oxirê de tevlî karwanên şehîdan dibe, yek jê jî dibê alîgirê vê rêxistina pîroz xazî dibe. Jiyana her yekî ji wan ji bo me tijî ders û serpêhatî ye. Hûn ê fehm bikin bê çima beşek ji gelên êzîdî dibêjin em ne kurd in. Hûn ê bibînin ku hin kesên dibêjin kurd û Kurdistan bê çi derewkar in di dozê de û çawa gelê xwe bi komkujiyan re rû bi rû dihêlin. Hûn ê fedaîyên rasteqîn binasin ji nêz de. Ev bi rastî jî Vejîna Çilmêran e. Fermo, bixwînin...
Şengal-Vejîna Çilmêran
Şengal-Vejîna ÇilmêranAzad Ararat · Aryen · 20186 okunma
144 syf.
9/10 puan verdi
Pirtûk ji dilê peytexta berxwedanê qut bûye û hatiye xwe gihandiye we.Bi kurteçîrokên rastegîn,"an jî em dikarin bêjin her yekê destaneke lehengî û canfedayî yê wê baştir cihê xwe bigire" hatiye sazkirin. Di vê pirtûkê de hûn ê bibînin kû sînorên îradeyê ji holê radibin, hûnê bibînin kû kesek bi bawerî girêdayî doza xwe be; bê çawa astengan,tirsa mirinê û xiyanetê hildiweşîne. Hûn ê bibînin bê xwexwazî û xwedaniya taybetî li cihana van berxwedêran de tiştên çiqas hesan û şerm tên dîtin. Ev pirtûk; xwe naskirina mirov, şikandina kesayeta dîl'î, têkbirina ferwerîya li ser şexsîyetê û nezirkirina niştimanê vedibêje...kerem bikin ji xwe re destana kû di sedsala we de rû daye bixwînim.
Çirûskek Ji Berxwedana Kobanê
Çirûskek Ji Berxwedana KobanêKolektif · Aryen Yayınları · 20179 okunma
Reklam