Ez dizanim û dema ez hîn bûm jî min got xwezî min çîroka wê nizaniba; Têlî keça Beg'ekî navdar û dewlemend e. Bi saloxa têlî pir ne bedew e û ji ber ku kismetê têlî vebe Beg fermanê dide û dibêje bila dengbêjên herêmê klaman bavêjin ser têlî û bi saya kilaman kismetê têlî derbikeve. Û ev klama têlî jî li gorî gotinan bi vî awayî dertê.
Lê li gorî min; ev gotinên watebiha,zêrîn û efsûnî qet nabê ku ji tiştekî wiha derketibin çimkî ji serî heta binî hest û hêvî barkirî ne. Gelek kes dibêjin Dengbêjê ku avêtî ser têlî ev Dengbêjî ji bo hezkirîya xwe efirandiye û bi navê têlî belav kiriye lê ev yek jî ji min re rast nayê.
Anku ez bawer nakim gotinên wiha hêst barkirî di encama bûyereke wiha de derketibin. Ev rast be, ez ê timî baweriya xwe ya li bara evînê wenda bikim:)