li nik
tirsa xizêmzîvê..
li cem
raperîna siya behîvê
li ba bêdengiya
çemê axînê
li gel
arama
şaxên birînê
bi dîwarê zîndanê re
bi ferhanga kovanê
li nik dîlanê
çîrokên talanê
mirina baranê
fêr dibû
têr dibû
Ji hezkirina jiyanê!
Eger
te bi qurtek av
ji Deryaçey Mehabad
tîna xwe şikand...
Eger te ji bêçarî
dengê xwe di dirokê de çand...
Eger te devê xwe
ji leppê şebnemê berda...
Eger tu bûyî nûner,
siwarê mehîna derda.
Eger
te kuç û kolanên sor
derbaskirin...
Eger teşîrêsan
teşîyên xwe yên ji xwînê
di hişê te de rakirin...
Tu yê bizanibî
ko tu gihiştî sêdar
û canê kurdan