Li Bakurê Kurdistanê, bankayên dewletê wextê telefonî kurdan dikin bi wan ra bi tirkî diaxivin , gelek kurdên me jî bê ku li ser vê yekê bifikirin ew jî bi wan ra bi tirkî diaxivin.
Heger kurdên me bi zimanê xwe biaxivin dê pergala wan serobino bibe û dê dîyalogên bi vî awayî çêbibin.
Banka : Alo, iyi günler!
Kurdek: kerem ke.
Banka: Efendim, Anlıyamadım!
Kurdek: kerem ke, kerem ke!
Banka: Alo, alo beni duyabiliyor musunuz?
Kurdek: kerem ke , dengê te tê tê !!!
Banka : Efendin anlayamıyorum, lütfen Türkçe konuşur musunuz?
Kurdek: Ez kurd im, kurd
Banka: kürt müsünüz? Ama ben kürtçe bilmiyorum ki.
Kurdek: çi îşê min jê heye ?
Banka : Ama beyefendi Türkçe biliyor olmanız lazım .
Kurdek: Hela hela!
Banka: Beyefendi ben ..... Bankasından arıyorum, lütfen Türkçe biliyorsanz konuşun .
Kurdek: Ez bi tirkî dizanim , lê ez dixwazim bi kurdî biaxivim.
Banka : Efendim iletişim eksikliğinden dolayı görüşmemizi gerçekleştiremiyoruz ? İyi günler.
Kurdek: oxir be .
Tên hizûra gelî. Hinêkî fedî dikin . Bi kurdî dibêjin, “ Merheba hûn bi xêr hatin!” Gotina xwe bi tirkî lê dikin. Wextê diçin,dîsa ji fedîyan be jî dibêjin, “ Bi xatirê we!” Çi xweş diaxivin!
Sîyasetmedareka me ,li pirsûsê diaxive. Havîna 2015’an e. Dibêje, “ Hûn bi xêr hatin, di ser seran û çavan ra hatin.” Disekine paşê. Ji bo çi? Ji bo ku biqelibîne tirkî. Sebeb? Ka em jê guhdarî bikin, “ ji bo ku em partîya gelan in , aniha jî ez ê bi tirkî dewam bikim.” Ê temam dîya min , embpartîy gelan in , tu li îzmîrê bî belkî heqê te hebe, lê ew gelê ku li pirsûsê hatiye û guhdarîya te dike, gelê kurd e!
Tu bê hed û hesab î, tu zimanê Baba Tahirê Uryan, Zimanê Melayê Cizirî, zimanê Ehmedê Xanî , zimanê Feqîyê Teyran, tu zimanê Mah şeref Xanimê, zimanê MeryemXanê û zimanê gelek camêr û canikên wekî wan, dikujî!
Ehmedê xanî, çend sed sal berê doza kurdî kir û bi zimanê xwe nivîsî. Îcar îro hinêk kesên ku li ser berhemên wî dixebitin, radibin pirtûkên xwe bi zimanê serdestên xwe lê dikin . Xanî sax bûya dê tuf li rûyê wan bikira. Ew bila herin, di kîtaba xanî da beşê li ser sebebê nivîsîna mem û zînê yê bi zimanê kurdî bi dengêkî bilind, carêka din bixwînin.