Mamosteyek , dersa xwe dide. Di nava destê wê da gûzek.
Nîşanê xwendekaran dide û dibêje, “ ev çi ye ?” Xwendekar dibêjin, “ Gûz e . “ mamoste dibêje, “ binêrin! Ev gûz e, hûn rast dibêjin, lê gûz ji qalik û kakilan çêdibe. Qalik heye, de kerem bikin ez ê vê gûzê bişkînim, de binêrin kakil heye an na ? “ mamoste, gûzê datîne ser maseyê û bi kulma xwe wê dişkîne . Gûz pûç e. Êdî ne gûz e . Gûza pûç e.
Gûza pûç, dişibe van zarokên me yên ku bi tenê navê wan bi kurdî ye.
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Ehmedê xanî, ji vir çend sed sal berê, xema kurdî xwar , berê xwe da xwe, neçû bi zimanê serdestan nenivîsî û weha got di mem û zîna xwe da , “ safî şemirand, vexwarî durdî manendê dure lîsanê kurdî”
Pirsên zarokan xweş in. Zarokêkî, li dibistana dewletê ji mamosteyê xwe pirsî got, “ mamoste ev dewleta ha, çi ji me dixwaze ? Mamoste xwe nebir û neanî û got , “ Dixwaze em giş bibin tirk!” Zarokê me lêvên xwe ber bi hev anî, birûyên xwe rakir û got, “ mamoste ez naxwazim bibim tirk, evana mirovan çawa dikin tirk?” Mamoste , tilîya xwe du caran li jora cênikê xwe yê li alîyê rastê xist û got, “ zimamê xwe dixin nava tasa serê me û me dikin tirk.”