Med Aryan

Med Aryan
@Njada_ari
Zemanê berê ye, li gundêkî kurdistanê mamosteyêkî dewletê, zarokêkî dişîne qezê dibêje, “ oğlum dükkana git bana helva al.” Lawik lê dixe tê qezê , dere dikanê ji xweyîyê dikanê ra dibê, “ xalo ka helvakê.” Mêrik dibê, h” Helaw!?” Lawik dibêje na, “ Helva!” Mêrik dibê, wellah ev tiştê tu dibêjî tune ye. “ Lawik vedigere tê ji mamosteyê xwe ra dibê, “ Helaw vardir, helva yoktir.”
Ters Köşe Final Sevenler Buraya!
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯 Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Silava xwedê nedidan ( hîn jî nadin ) , îcar rabûne bi wê nîv - kurdîya xwe li televizyonan, li zanîngehan li serê gelî bûne bela. Peyva kurdî ji devê wan dernayê! Îro rabûne bi xêra wî zimanî pereyan qezenc dikin . Heram e heram! Kullîheram!
Hema bala xwe bidin Amedê , li cîyê zengînan tirkî heye û li cîyê feqîran kurdî heye . Tu xwe çiqas tirkî bigirî ewqasî pereyên te zêde dibin , derîyên dewletê ewqasî li te vedibin . Tu çiqas xwe li zimanê xwe bigirî feqîr dibî , derîyên dewletê û pereyan li te tên girtin . Heqîqî bî feqîr î , mecazî bî zengîn î.
Li ser înternetan , zimanê wan ê dîyalogê, zimanê serdestê wan e. Wextê wîtwîtên wan bi tirkî ne, gelek kes guh didin wan . Wîmeta wîtwîtên wan ên tirkî zêde ye bavo! Pere dike . Gotina xwe, bi zimanê xwe lê nakin, gotina bi zimanê ean zêde nayê ecibandin, zêde nayê parvekirin , her kes ji gotina zimanê wan fam nake . Gerek xwe bi her kesî bidin famkirin.
Her kurd , mecbûr e di zewacê da hesabê zimanê xwe bike. Gelek jê , mala xwe bi vî awayî xerab dikin. Jin kurd e, mêr kurd e, zarok tirk e.