Jinên ku sed sal porê xwe kirine ala azadiyê, ew nû nehatine dinê, di rûpelên azadiya dîrokê de hatine nivîsandin.
Nameya Leyla Qasim ji malbata xwe re:
Dayika min a bedew; Xem neke, ez niha dozger im. Ez ji bo gelê Kurd û Kurdistanê têdikoşim. Duh Saddam û komek kes hatin vir. Wî difikirî ku ew ê min bixapîne, ku ez ê ji prensîbên xwe tawîz bidim.
Lê min got ku ez pir bi rûmet im ku ez wan qebûl nakim û ez ê gelê xwe nefiroşim. Min dît ku Seddamê mezin çiqasî bextreş bû, dema min got ez xwe spartiye doza Kurd û Kurdistanê û ji bo vê têkoşînê min rûmeta îdamê girt.
Dayê, bi mirina me wê bi hezaran gelê Kurd şiyar bibin û ala me ya azadiyê li ba bibe. Wexta ku ez bimirim xemgîn nebin, bila ji kelepên ji keziyên min ala çêkin.
Leyla Qasim