Termê min di xwînê de bangor
Ax sor, ezman sor, birîn sor...
Xeliya dilê Xwedayên li jor
Û çîya kanî bi kanî verşîya
Diranên xwe sutin bi goştê min
Weslên min jê kirin weslên min
Pêşî quhên min
Bi dû re sitr
Bi dû re ..... divn
Qesab in
Dest bi qezetore, keftar!!
Segên har in segên har !!
Hey hawar
Mirîyan jî dikujin di vî şerî de!